Haber
Gönder  Siirt Seçimleri
Oxir

Oxir Hevik Bêlekî

Xewnên Hatine Dizîn


emailyok@siirtce.net
3 Mayis 2008 Pazartesi


Zilam bi trênê diçû bi welatê xwe ve bi zarokatiya xwe ve… Piþtî 11 sal ew diçû welatê xwe.Hin hêst bicîdibûn li mêjiyê wî , û koç dikirin ruyê wî , di navbera þaþmayîn xemgînî û kêfxweþiyê de diguherî rûyê wî.Diket nav xeyalên kûr û dûr.Diket nav rojên kevin rojên zarokatiya xwe.Piþtî 11 salan ew vedigeriya cihê ku lê hatiye dinê.Dixwest ku bîne bîra xwe welatê xwe .Difikirî difikirî…

Rojekê li gundê xwe bû.Reþo jê re çûkekê girtibû. Çûkeke biçûk û gewr.Reþo mamê wî bû.Navê wî yê rastî ne reþo bû lê belê ji ber ku pir reþ bû li gundê herkes jê re digo reþo.Çûk birîndar bû. Zarok jî bi benikekê pêyeke çûkê girêdabû.Li pey xwe kaþkaþ dikir.Kêfxweþiyeke mezin bûbû ev çûk jê re.Radihiþt destê xwe mizdida perê birîndar perê kulbûyî û çûkê hembêz dikir dixist nav paþila xwe.Hêj saetek nebûbû ku çûk li destê wî bû .Pîrika wî diket nav axorê bal bizin û pezan .Kurik jî li pey pîrika xwe ket nav axorê bi destekê çûka xwe kaþkaþdikir.Pîrika wî hinekî þîr doþt ji bizinekê û derket derve kurik jî li pey wê.Li derve kurik dît ku çûka wî mirîye.Zor nebû ku kurik fêmbike sedema vê mirinê .Bi hêrsekê ket nav axorê bi destên biçûk dû sê kulm avêt pezekê westiya tirsiya û vegeriya.Stêrkên germ û þor cîh girtin li çavên wî .Paþê reþo hate bîra wî digo ezê çi bêjim jê re…

Dengê trênê ji çepilê bîraninên wî digirt û wî þiyar dikir.Zarokeke bismilî têket odeya wan.Zarok diþibiya dînan.Li malbata mûsa dinêrî dikeniya û serê xwe dihejand mîna dînan.Navê kurik Zeko bû.Mûsa hinekî bi tirkî peyivî bi vî zarokî re fêm kir kû kurik tirkî nizane.Mûsa þaþ dibû nizanbû bikene ango bigirî.Zeko qet neçûbû dibistanê ji lewma tirkî nizanbû.Paþê hate bîra mûsa ew jî heta 7 salîya xwe qet tirkî nizanbû.

Li gundê wan kêf û þahiya hemû zarokan þekirên boyaxkirî , çiqolatên ji germê helîyayî û benîþtên erzan bûn.Hero pîrika mûsa hêkekê dida mûsa û ew diþand dikana gundê.Mûsa jibo xwe þekirekê dikirî bi bûhayê hêkekê.Dikandar wan hêkan kom dikir û dema zêde dibûn bi erebekê diþand misircê jibo firotinê .Mûsa ji hevalê xwe re digo þekirên gundê me ji þekirên misircê hezar carî þêrîntir e.Difikirî gelo ji vê þêrîntir çi heye li dinê ?

Zeko stranên herêmî disitirî û carina jî mîna zirneyê dengekê derdixist.Ji mûsa re digo min bikþîne telefona xwe.Mûsa jî vîdyoya wî dikiþand bi telefoneke beredayî.Dayika zeko þerm dikir jê.Carina digo kuro rûne þerm e.Lê belê kî guhê xwe didayê ? Zeko dîsa distrî û dengê zirneyê derdixist .Mûsa gelekî þaþ dibû digo mirovek çawa tirkî nizanbe ? Dema ku vê digo ne pîrika wî li bîra wî bû ne jî bapîrê rihmetî.Difikirî difikirî

Mûsa li misircê bû.Zilamekê dît ji dûr ve.Bazdida bazdida dayika wî fêmkiribû sedema bazdanê bi dengeke girîn digo “bisekne neçe” lê belê ne guhê mûsa wê dibihîst ne jî pêyên wî… Bazdida bazdida nêzîkê zilam bû zilam jî þaþmabû jê pirsî “xêr e keko ?” mûsa devê xwe lebitand berî ku tiþtekê bêje qirika wî îxanetî lê kir ti tiþt ji nav lêvên ziwa derneket.Li piþta xwe zivirî û vegeriya mala xwe.Çavên wî xwe diþidand ji bo peþkên stêrk ên germ û þor hepis bike lê biserneket.Stêrkên þor barîya ser axa sor û bi agirê misircê .Nizanbû ku çavên þil ên dayika wî bi dizî lê dinêre.Qirika wî bi dengeke ecêb digo bavo …

Trên li nêzê elezîzê bû.Ciwaneke tawî di nav qêrînan de li erdê dirêjkirî bû.Ji odeyên trênê çavê hin kesan derdiket bi nêrîneke meraqdar û dîsa vedigeriya odeyê.Pivaz anîn , qolenya anîn.Ciwanê tawî diricifî diricifî.Camêrekê bi alîkariya hin kesan ciwanê tawî bir odeya xwe. Birayê rihmetî yê dayîka mûsa dihat bîra dayika wî.Dîsa bêdeng çav þildibûn dîsa dil diþewitîn…Jinên torî yên mêrdînî dihatin odeya malbata mûsa.Bi Esirya re dipeyivîn.Esirya pîrika mûsa bû.Her tim pîjên stûr li destê esirya bûn û bi pîjan patîk , lûfik û her wekî din çêdikir.Mûsa ti tiþt ji van torîyan fêm nedikir.Bavê wî jî torî bû lê belê zarê wî ev qas ne hiþk bû.Belkî jî ev ziman li axa misircê li gundê bêlekê li çemê dîcleyê nerm bûye.Kî dikare bizane?

Mûsa û dayîka wî bi cîraneke xwe re diçûn Amedê.Belkî ev cara yekemîn bû ku mûsa diçû bajarek mezin… Ji misircê rabû otebês.Tilîyeke mûsa li derîyê asê mabû lê belê þerm dikir ku ji dayika xwe re bêje.Nediêþî lê belê ji þermkirina xwe þermdikir û bi çavên tirsonek li xelkê dinêrîya dixebitî ku tîliya xwe ya asê veþêre.Heta rawestgeha yekemîn tilîya wî wisa ma.Li amedê ciranê wan ji mûsa re li nav qûtîyeke biçûk ava tirîyan anî.Mûsa bi kêfxweþiyekê dest bi vexwarinê kir.Çi tirþ bû çi xweþ bû. Difikirî gelo ji vê tirþtir çi heye li dinê ? Mûsa li jiyana xwe careke din ava tirîyan nedît û jê tirþtir jî tiþtekê venexwar.Bi xilasbûna rêyên dirêj ew gihaþtin girtîgeha amedê.Dema ku çavê mûsa li bavê xwe ket qêrînek hat bihîstin ji nav çar dîwaran.Bavê mûsa li piþt têlan girtî bû.Bi dayika mûsa re dipeyivî carina jî henekan bi mûsa re dikir.Weka berxikekê dihat mizdan pora mûsa , ji piþt têlan ji aliyê desteke bê zirav.Mûsa ji bavê xwe re bi dengeke sîtemkar got “ Careke din tu li piþt têlan bî ez nayêm ba te”

Dû roj e trên li rêyan bû.Ji paytexta osmanîyan rabû ji paytexta tirkîyê borî gihaþt paytexta gulên bê gulîstan.Dema ku trên ket nav amedê kêfxweþiyek ketibû dilê mûsa.Dibê qey mûsa ne misircî bû amedî bû .Mûsa peya bû ji trênê dayika wî bi dengeke tirsonek got “zaf nemîne zû were” mûsa dest û rûyê xwe þûþt bi ava þîregerm a diyarê bekirê.Pêyê xwe li erda amedê dida.Dixwast vê axê maç bike ji þermkirinê nediwêrî.Dilê wî nikaribû kêfa wî bihewîne.Kêfa wî belavî her quncikê laþê wî dibû.Ji kêfa dicirifî ew jî sedema vê kêfê nizanbû.Dû zarok þer dikirin û dijûnan li hev dikirin.Zarok bi kurdî dijûnan dikirin mûsa dikeniya.Vegerîya û siwarî trênê bû.Trên dimeþîya mûsa difikirî ji xwe re digo zarok bi kurmancî cîmînan li hev dikin.Trên dimeþîya dimeþiya ji bajar û bajarokên kurdan diborîya.Li batmanê zarokan keviran diavêtin camên trênê.Hin zarokên firoþker bi dizî ketin nav trênê û xwe veþartin.Trên ji qûbînê diboriya rawestgeha qûbînê þewitîbû.Û misircê…

Mûsa dixwest ku cihekî nas bike lê bisernediket.Li stenbolê digot ez dikarim mala xwe bibînim.Lê bisernediket.Bi alîkariya Esirya çûn mala mamê mûsa.Mala mamê wî 30 metreyek ji mala wî dûr bû.Mala wî dabûn kirê.Wî rojî mûsa hinekî geriya li sûka misircê heta ku biweste.Keçeke biçûk a parsek dît li ba parka bariþ manço.Keçika parsek jê re digo “xalo bila Xwedê limêjên te qebûl bike, bila Xwedê îmanê bide te , bila Xwedê ji te razî be” îmana wî ji parsekan diçû lê belê destên wî wê gavê xwe diavêjtin nav berîkan.Mûsa ji keçikê boriya û difikirî “parsekeke kurd çawa dibe”.Ey kurmancî tu ew qas þêrîn î ku diayên parsekan jî bi te xweþ dibe.Mûsa careke din parsekeke kurd nedît û careke din pere neda ti parsekî.Danê êvarê bi kotekî mala mamê xwe dit.Bû þev hemû derketin serbanê.Li nav dengen kermêþan mûsa derket ser textê xwe.Þev hênik bû.Destên mûsa li ser balgîvê bûn û serê wî jî li ser destên wî bû.Li stêrkan dinêrî , bayeke hênik silav dida wî.Ji dilê wî þabûn difûriya.Stêrkan çav diþikandin jê re heyv silav didayê.Difikirî gelo ji vê xweþtir çi heye li dinê ?

Lê belê weka hemû xweþiyan ev xweþiyan ev xweþî jî zêde neseknî û koç kir li nav þeva tarî.Balafirek bêdengîya þevê çirand û kêfxweþiya dilan perçe perçe kir.Wê demê kena rûyê mûsa winda bû.Hat bîra wî ku ew li welateke bindest in.Balafir bi dengeke bilind bi tirkî dikeniya li bin guhê mûsa .Jê re digo hûn trên in em balafir in.Hûn parsek in em pereyan didin we.Pere bi ziman dibû ew jî tevlî kena balafirê dibû.Zarokên amedê hêj dijûnan li hev dikirin pere difiriya û digihîþt destê wan zarokan zarok jî êdî bi tirkî dipeyivîn.Keçika parsek hêstiran direþand pereyê xwe ji wan dixwest .Zarok jî jê re dijûnên bi tirkî dikirin û bi þeqam û kulman lê didan.Mûsa bêdeng û bêliv li wan dinêrîya.Keçik digo “xalo perê min ji wan bistîne , xalo Xwedê îmanê bide te , xalo , xaloooo” . Tîrêjên sibehê ji bin bijangên mûsa herikîn.Mûsa þiyar bû xwêdan dabû.Gelo ji vê tehltir xewn heye li dinê ?


  
Oxir Hevik Bêlekî
emailyok@siirtce.net




Bu köse yazisi 590 defa okundu.

Pdf Formatý Pdf Formatý Yorum Ekle Yorum Ekle Arkadaþýna Gönder Arkadaþýna Gönder


[ Geri Dön: Oxir Hevik Bêlekî ] - [ Yazarlar Ýndeksi ]

Onaylanmýþ Yorumlar

(Not: Yazdýðýnýz yorumlar yöneticiler tarafýndan onaylandýktan sonra yayýna girer)
Xewnên Hatine Dizîn
Gönderen: Misafir Tarih: 2008-11-16 23:21:13
Puanim:


arkadaþlar bence gayet güzel olmuþ fazla polemik yapmaya gerek yok böyle genç arkadaþlara destek olmak lazým ayrýca kürtçe yazdýðý için gurur duymak lazým bu zorluklar içinde bukadarýnýda yapmak bence yetenektir böyle güzel yazýlarýn devamýný bekliyoruz mazhar

Xewnên Hatine Dizîn
Gönderen: Misafir Tarih: 2008-09-12 21:21:59
Puanim:


ya bune ya nezamandan beri bu yazý var oxir beleki nezamanyeni yazý derði meji nema lo

Xewnên Hatine Dizîn
Gönderen: Misafir Tarih: 2008-09-07 12:45:23
Puanim:


bu kardeþimize fazla yüklenmeyelim kendiside hepimiz gibi asilmile olmuþ hangimizin evinde doðru dürüst kürtçe konuþuluyor okuma yazmayý zaten kürtlerin yüzde 99 u bilmiyor acý ama gerçeðimiz bu çünkü bizler bu konuda üzerimize düþeni yapmýyoruz

Xewnên Hatine Dizîn
Gönderen: Misafir Tarih: 2008-09-02 19:08:26
Puanim:


sayýn yazarýmýz cvp yazmýþ teþekkürler ben bunu duymak istiyordum ama malesef yanlýþ anlaþýldým neyse yazarýmýza baþarýlarýnýn devamýný diliyorum saygýlar hocam....ama þimdi bazý okucular dicekki korktuðundan böyle yazdý ama hayýr ben daha 17 yaþýndayým saygýmdan böyle yazdým

Xewnên Hatine Dizîn
Gönderen: Misafir Tarih: 2008-09-02 14:07:46
Puanim:


Herkesin eleþtirmeye hakký vardýr mantýklý oldukça ...
Eleþtiriye açýk biri olduðumu düþündüðüm için cevap verme ihtiyacý duymadým ama arkadaþýmýz ýsrarla bana cevap hakký verince yazmak zorunda kaldým.
Arkadaþýmýz bizden daha iyi Kürtçe bildiðini iddia ediyor ve bu yazýyý anlamadýðýný söylüyor. Eðer bizden daha iyi bilseydi zaten "anlamýyorum" yazmazdý. Herkes kendi yöresinin Kürtçe''sini bilir ama önemli olan standartlaþtýrlmaya çalýþýlan Akademik Kürtçe''yi bilmek , okumak ve yazabilmektir. Bir dil standartlaþmadýkça geliþmesi beklenemez.Yoksa Kürtçe cümlelerimizi Türkçe sözcükler iþgal eder.

Fazla polemiðe girmek istemiyorum diyeceklerim bu kadardýr.

Oxir Hevik Bêlekî

Xewnên Hatine Dizîn
Gönderen: Misafir Tarih: 2008-09-02 12:19:08
Puanim:


öncelikle puaným yazarýmýzýn guzel paylasýmýna. yorum yapan arkadaþlara gelýnce. dostlar bir dil çok cabuk unutulabýlýr ve yýne çok hýzlý býr sekýlde ögrenýlebýlýnýrý kürtçede eser vermek çok zor býr ugras. tabý kendýný elestýrmen olarak gören ve kürtçe düþünemeyen kürtlerimiz bunun önemýný býlemezler. bir dili yüceltmenýn en ýyý yolu onu gundelýk yasamda sureklý zinde tutmaktýr. dostlar lütfen dil konusunda biraz daha hassas davranalým sonucta herkes anladýgý dýlde yazýlarý takýp edýyor ve begený8yor ama kýmse vay böyle yazsaydýn daha ýyý olmazmýydý demesýn. hayýr iyi olmazdý kürtçe bir eser ortaya çýkmazdý o zaman türkçe konusan bir kürt daha dogardý... -yazýnsal anlamda-

not: gönul ýsterdý kürtçe yazayým ama eleþtirmen kürtlerimiz kürtçe bilmiyor...

saygýlar
Metin MEDÝ

Xewnên Hatine Dizîn
Gönderen: Misafir Tarih: 2008-09-02 10:59:53
Puanim:


sayýn arkadaþ sen niye karýþýyorsun o bir yazar olduðuna göre bende bir eleþtirmen olarak yorum yapýyorum inan ben senden daha iyi kürtçe biliyorum ama yazdýklarýnda birþey anlamýyorum bir çok insan gibi bu benim görüþüm hem ben yazarýmýz cevap yazsýn istiyorum sen niye yazýyorsun herþeye de böyle maydonoz olma tamammý caným.....puan sana

Xewnên Hatine Dizîn
Gönderen: Misafir Tarih: 2008-08-25 16:58:23
Puanim:


niye türkçe yazsýnki kendi anadilinde yazýyor senin anlayýp anlamam çokmu önemli çok merak ediyorsan kürtçe öðrenirsin olur biter

Xewnên Hatine Dizîn
Gönderen: Misafir Tarih: 2008-08-25 11:56:47
Puanim:


sayýn arkadaþ türkçe yazarsan daha iyi olmazmýydý bak kimse anlamadýðý için yorum yazmamýþ ben bile bi kürt olarak zor anlýyorum bakýn diðer yazarlara türkçe yazý mucir hocam bile türkçe yazmýþ yoksa türkçe yazmayý bilmiyormusunuz cvp beklyom lütfen þimdiden teþekkürler

www.Siirtçe.net Ýstatistikleri | PHP-Nuke | Google | Alexa | Dmoz | PowerNuke CMS Gold - www.phpturk.de.