Siirt Haberleri Siirtçede

Tahir Eren
Tahir Eren

Gulîstana Min


2009-06-08


Ji demsalekê demsaleke biharê bu. Baran hûrik hûrik dibariya sosin û gul vedibûn. Jiyaneke nû dest pê dikir. Çivîkan Mizgîniya bihare didan me. Bihar pir xweş û geş diboriya. Rojek jî roja bîst û yekê adarê bû. Newroza hemû gelên rojhilata navîn bû.

Tu dîsa ketî xeyala min, pêtek agir kete dile min; Û qêrînek ji bedena min hat. Agirê li ser dilê min, hêdî hêdî dişewitand cerg û kezeba min.

Baran dibariya şapeyek radibû, Baranake geş heki deve Carê de hat û min di xewna xwe de beri ez heteki şil u şap bûm. Gele me tev şahîd e ku hezkirina te çi qas zahf e di dilê min de. Min ji xwe zahftir j ite hez kirîye.Tariîa xerab şahîd e li ser vê evîna min û te nanivisîne lê belê dibîne. Ez dizanim li ber vê evîna te ez bêçare me, gunahkar im, min efû bike. Bê te nabe, bibîne halê min bûye wekî Evdalê Zeynê. Li Mezrabotan im û te xweşiyê nedîye.

Tu dizanî di rojhilata navin de evîndarî zor e kes nagihêje armanca xwe. Min zanibû Mem û Zîn, Siyamend û Xecê ku bê evin mabûn li vî welatî. Evîn ji me re jî namîne.Min digo ku em destê xwe bidin hev emê çareserî bibînin ji derd û kulên xwe re.Bê çare me bibîne evîna te dilê min şewitandiye. Bê te jiyan nabe. Bibîne...

Ez zanim heta ku Bekoyê Ewan hebin û bikevne nav me û emê gelekî zordarî bikşînin. Ez dizanim zalim Dehaq miribe jî yên nû ji vê cîhane xilas nabin. Ezê bibim Kawa yê Hesinkar ê hemdem, li ber zilm û zoriya wan. Û ezê serê xwe hildim.

Mamosteyê mezin Ahmed Arîf di helbesteke xwe de evîna xwe wisa tanî ziman û digot:

Dev ji min berneda evîna te
Birçî mam, tî mam,
şev xayîn, şev tarî bû,
Can xerîb, can bêdeng,
Can wesle wesle…
Û destê min di kelemçê de
Bêtitûn, bêxew mam,
Dev ji min berneda evîna te

Roj şahîdê me ye ku roja bigihêjime te ezê wê rojê bikim cejneke galêrî ji bo hemû gelên bindest. Tu li ber çavên min wekî keça rojê yî, çi qas diçe mezintir dibe xiyala te wekî heyvê ronahî dide. Bê te nabe delala li ser dilê min. Bê te roj biroj nêzî min dibe mirin, bê te bêkesî ye bêçarî ye…

Ez hewceyî te me ey dilbirîna min.
Evîndariya te wekî çiyayê Nemrûdê bilind e bizane.
Ji çavên qirêj û gemara te diparêzîyam. Min têkoşîna karkeran dida.
Min dixwest ji çavên te yên westiyayî re bibim ronahî.
Dûrbûna te zahf zor û zehmet e ji min re. Min dixwest zor û zehmeta te xilas bikim û serkeftinê bibinîm ji te re.
Min dixwest di her demsala biharê de, di roja 21’ê adarê de, em destê xwe bidin hev û wê rojê bikin cejna dîlanê.
Ez nizanim. Gelo zahf tiştan dixwazim an na ? Lê vî baş dizanim, tiştê ku ez dixwazim ne hindik in, rûberfa min.


Bu köse yazisi 313 defa okundu.

Yorum Ekle Yorum Ekle | Pdf Formatı Pdf Formatı | Arkadaşına Gönder Arkadaşına Gönder


Geri Dön: Tahir Eren ] - [ Yazarlar İndeksi ]
Yazarın Arşivi
Abartı kültürlü Avcılar...
Yeni yıl, yeni parti...
Koçero
Son Ysyan Bary?y Getirecek mi
Gulîstana Min
Paradigmanın ıflası
Güneyin şanssız Çocukları
Siyaset mi yoksa Hizmet mi daha önemli?
Axîna te Nalîna min
Ji Hesreta Te Qeydana Kevir Ker
Kürtlerden Ne Zaman Özür Dilenecek?
Demokratik, Ekolojik Toplum Belediyeciliği
Toplumsal Dönüşüm
Aydın Olmanın Sorumluluğu
Mürit Siyaseti
Yaşamsal Kimlikler

Yazarın Biyografisi

Onaylanmış Yorumlar

(Not: Yazdığınız yorumlar yöneticiler tarafından onaylandıktan sonra yayına girer)
2009-07-04 08:17:54

Misafir
Gulîstana Min
Puanim:
TAHıR ABı YENı YAZI YAZSAN ıYı OLUR ÖZELLıKLE GÜNCEL SORUNLAR ÜZERıNE,KURTALANDAKı BELEDıYE ÇALIşMALARI ÜZERıNE BEKLıYORUZ ABı

2009-06-10 13:56:27

Misafir
Gulîstana Min
Puanim:
merheba bıraye eziz.. dest u piyete saxbe.. zimane te gelek zelale, min xweş fehmkır, we nivisa te..

2009-06-09 19:53:05

Misafir
Gulîstana Min
Puanim:
yazı çok güzel anlamadığım şey geçen gün kurtalanda kürtçe üzerine toplantı olmuş neden sizi çağırmamışlar