Kayýt: Aug 25, 2007 Mesajlar: 320 Nerden: çÎy@ yÊ hErEkQL
Tarih: Cum Eyl 14, 2007 9:39 am Mesaj konusu: Lîsteya Romanên Kurdî..
Hin îstatîstikên li ser romanên kurdî: I- Romana yekem a ku bi kurdî hatiye
nivîsandin, þivanê Kurd e (Ereb þemo). Lê belê çapa vê romanê ya ku di destê me de heye, ji zimanê fransî hatiye wergerandin. Wergera wê ya fransî jî ji
zimanê rûsî hatibû kirin. Ji ber ku heta niha kesekî kurdiya wê ya pêþîn, ku wergera rûsî ji wê hatiye kirin, bi dest ne xistiye (bi dest xistibe jî, kes pê
nizane), çapa ku niha di destê me de heye, weke ya orjînal tê qebûl kirin.
II- Hejmara romannivîsên ku hayê me ji wan çê bûye, 39 e.
III-
Hejmara romanên ku hayê me ji wan çê bûye, 67 e.
IV- Piraniya romannivîsên kurd li Swêdê bi cih bûne û romanên xwe li wira nivîsandine (Brîndar,
Mehmed Uzun, Laleþ Qaso, Lokman Polat, Mahmûd Baksî, Silêman Demîr, Mustafa Aydogan, Bavê Nazê...).
V- Kurdên Sowyetê berî Kurdên din dest bi
nivîsandina romanan kirine (Ereb þemo, Eliyê Evdirehman, Heciyê Cindî).
VI- Di gelek romanan de agahiyên di derheqê nivîskêr de tune ne. Ji ber wê,
gelek nivîskar nenas mane. Lê piraniya wan li Ewropayê dijîn.
VII- Yekem romana ku ji aliyê Kurdên Ewropayê ve hatiye çap kirin, Xanê ye (Birîndar,
1982).
VIII- Nivîskarê ku di warê romanê de herî pir berhem dane, Mehmed Uzun e. (7 roman)
IX- Hejmara weþanxaneyên ku romanên kurdî
(kurmancî) çap kirine, 23 e.
X- Piraniya weþanxaneyên kurdî li Swêdê bi cih bûne (11 weþanxane: Nûdem, Roja Nû, Orfeus, Apec, Helwest, Sara, Welat,
Pelda, Rewþen, Jîndan, Newroz).
XI- Serê salên 90î, piþtî guherîna hin zagonan ya di dema Ozal de, êdî weþanxane ji nû ve li Stenbolê jî vebûn. Piþtî
1980ê, hemû weþanxaneyên kurdî hatibûn girtin.
XII- Weþanxaneya ku herî pir roman çapkirine, Nûdem e (8 roman).
XIII- Piþtî Nûdemê,
weþanxaneya ku herî pir roman çap kirine Roja Nû ye (7 roman).
XIV- Weþanxaneya ku cara pêþîn romanek çap kiriye, Ozgurluk Yolu ye (þivanê Kurd-1977,
Stenbol, 112 p.)
XV- Di nav romanên ku me bi dest xistine de, romana herî stûr Bilîcan e. (Perwîz Cihanî, Doz-2002, 511 p.)
XVI- Romana herî
zirav Pala Bêþop e (Xemgînê Temê, Sara- sala nivîsandinê:1983, sala çapê li ser ne hatiye nivîsandin, 76 p.).
XVII- Ji nav romanên ku me bi dest
xistine, du romanên ku her yek ji du cildan pêk tên, hene.
1- Sê þev û sê roj, Xezeba Azadiyê (Laleþ Qaso, Nûdem-1999, Pelda-2000)
2- Hawara
Dîcleyê (Mehmed uzun, Avesta-2001-2002)
XVIII- Hin romanên kurdî berê bi zimanin din hatine nivîsandin û bi dû re wergeriyane kurdî. Romanên ku berê
bi zimanin din hatine nivîsandin (bi qasî em dizanin) û bi dû re wergeriyane kurdî, ev in:
1- Zeviyên Soro (Nacî Kûtlay), berê bi tirkî hatiye
nivîsîn û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyar kirin.
2- Hêlîn (Mahmûd Baksî), berê bi swêdî hatiye nivîsîn û ev yek di çapa wê ya kurdî de
hatiye diyar kirin.
3- Çiyayên bi xwînê avdayî (Bavê Nazê), berê bi erebî û rûsî hatiye çap kirin û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyar kirin.
XIX- Ji ber ku Kurd dûrî hevdu mane û têkîliya berheman û xwendevanan li ser pireyên serrast nehatine ava kirin, civandina navê romanên kurdî jî bi
qasî civandina hemû romanên kurdî zehmet e.
XX- Kêmhejmarî an jî pirhejmariya romanên kurdî asta wan a hunerî diyar nake. Ji ber ku gelek romanên
kurdî gelekî dûrî qaîdeyên romannivîsînê mane, hayê gelek romannivîsên kurdî ji tevna romanê, zimanê edebî, ferqa çîrok û romanan, vegotina bûyeran û
kronolojiya wan, þayes, psîkolojiya lehengan û bikaranîna teknîkên romannivîsînê tune ye. Mirov dibêje qey gelekan ji wan qet roman ne xwendine û nû dest bi
nivîsandinê kirine.
XXI- Lîsteya me ji kesên ku di warê romanê de herî pir berhem dane, dest pê dike. Pirtûkên ku li cem min tune ne, bi awayê îtalîk
hatine nivîsandin û biniya wan hatiye xêz kirin.
1. Mehmed Uzun
1- Tu (Orfeus-1985)
2- Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê (Orfeus-1987, 154 p.)
3- Mirina Kalekî Rind (Orfeus-1989, 119 p.)
4- Siya Evînê (Orfeus-1991, 220 p.)
5- Bîra Qederê (Sara-1995, 252 p.)
6- Ronî mîna evînê Tarî
Bu forumda yeni konular açamazsýnýz Bu forumdaki mesajlara cevap veremezsiniz Bu forumdaki mesajlarýnýzý deðiþtiremezsiniz Bu forumdaki mesajlarýnýzý silemezsiniz Bu forumdaki anketlerde oy kullanamazsýnýz