Tarih: Prþ May 15, 2008 7:24 am Mesaj konusu: Hîroþîma Li Halebçe
Wexta ku em li dîroka Kurdistan’ê dinêrin, em dibînin ku her dem dewletên dagirker li ser Gelê Kurd zilm, zordarî û komkujî pêk anîne. Di kîjan dîrokê da dibe bila bibe, gava þerek di navbera dagirkeran da pêk hatiye, welatê Kurdistan'ê ji bona van þeran bûye herêmekî navendî (tampon). Gellê Kurd ev rewþa xirab û neyînî, ne tenê di dîroka dûr de, di paþeroja nêzîk da jî dîtiye.
Wekî ku tê zanîn di sala 1979'an da li Îran'ê, bi pêþengiya Îmam Humeynî li hemberê sazûmana "Þahê Îran’ê" Þoreþek Îslamî pêk hat. Pîþtî vê Þoreþa Îslamî, di serî da Dewleta Emerîka û Dewletên Emperyalist ên rojavayî ji bo berjewendiyên xwe, ji vê rewþê pir aciz bûn. Tirs û xof kete dilê wan. Emerîka ji bona ku Îran, Þoreþa Îslam’ê îxracê welatên din neke, bi vê armancê proje û polîtîqayên xwe saz kir. Di çarçova van proje û polîtîqayên qirêj da Emerîka, Dewleta Iraq'ê li hember Dewleta Îran'ê bi kar anî. Emerîka her dem piþt da dewleta Iraq'ê û Dewleta Iraq'ê þiyand li ser Dewleta Îran'ê. Di sala 1980'yan da di navbera Iraq û Îran'ê da þer dest pê kir. Di pêvajoya þerên Iraq û Îran'ê da þervanên Kurd alîkariya Îran'ê kirin. Þervanên Kurd û leþgerên Îran'ê bajarê Helepçê bi dest xistin. Ev þerên ku di navbera Iraq û Îran'ê da pêk hat, heþt sal berdewam kir. Þer di sala 1988'an de bidawî bû.
Di encama þerê Iraq û Îran'ê da kesek serkeftin bi dest nexist. Piþtî vî þerê, Dewleta Îran'ê leþgerên xwe paþ ve kiþand. Gotin di cî da be:"Kurd man bêkes û bêderman." Saddam’ê xwînwar ji vê rewþê hêz û cesaret girt. Belê, Saddamê xwînwar, zanibû ku li dijî Kurdan komkujiyê pêk bîne, kesek dengê xwe dernaxe. Lewra welatê Kurdistan’ê di navbera hêzên dewletên dagirker ên emperyalîst de hatibû perçekirin û parvekirin. Ev yek ji bona Saddam’ê bêwicdan, rewþek erênî bû û rê li ber Saddam vedikir.
Saddam, di 16’ê meha Adar a sala 1988’an da li bajarê Helebçê, li hember Gelê Kurd bombeyên kîmyewî bi kar anî. Di encama bikaranîna bombeyên kîmyewî, li gor hejmarên fermî, pênc hezar Kurd jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov birîndar bûn û nexweþ ketin. Ev roj, ji bona Kurd'an roja qiyametê bû. Ewqas bandora bombeyên kîmyewî hebû ku, laþên mirovan ji ber vê bandorê diheliyan. Bêgûman bandora bombeyên kîmyewî, ne tenê li ser mirovan, li ser ekolojiya erdnîgara Baþûrê Kurdistan'ê jî çêbû. Birastî mirov nikare vê karesatê bi gotinan bîne ziman. Rojnamevanek dîmenên komkujiya Helebçê kiþandiye: “Miroveke bi navê Elî Haver, zarokê xwe yê qumatekê kiriye hembêza xwe û ji bona ku wî biparêze baz daye. Lê mixabin, her du jî qelibîne erdê û jiyana xwe ji dest dane”. Belê bêkesî û neçarî zor û xedar e.
Di komkujiya Helebçê da bitaybetî Mislimanên cîhanê û bigiþtî hemû mirovahî, Kurd'an ji bîr kiribûn. Lê Xweda’yê Dilovan û Dilovîn, Kurd'an ji bîr nekiribû. Xweda’yê Aleman ferman da ezman û di "16’ê Adar a sala 1988’an" de li Helepçê baran bariya. Bi alîkariya Xwedê bi bandora baranê pirî mirov ji mirinê filitîn. Piþtî bikaranîna bombeyên kîmyewî, mirovên ku sax mabûn, di vê hengamê da ji birçîbûnê û ji nexweþiyê jiyana xwe ji dest dan.
Kurd'ên ku di jiyanê de mabûn jî ji bona ku tiþt ney serê wan, her tiþtê xwe berdan û koçê Bakurê Kurdistan'ê bûn. Kurd'ên ku koçê Bakûrê Kurdistan'ê bibûn, nizanibûn ka wê çi bihata serê wan. Gotin di cî da be: “Kurd li Baþûrê Kurdistan'ê ji ber baranê reviyan, lê mixabin li Bakûrê Kurdistan'ê li rastê zipîkan hatin”. Kurd, ji ber neyarek reviyan, ji neçarî çûn ber neyarekî din. Beriya ku Kurd'ê Baþûr çûn Bakûrê Kurdistan'ê, Dewleta Tirkiyê qiyametê rakir. Di serî da dewleta Tirkiyê destûr neda ku Kurd'ên Baþûr bêne Bakûrê Kurdistan’ê. Paþî, Dewleta Tirkiyê neçar ma ku Kurdan bipejirîne û cî bide wan. Tirkiye, ji Kurdên Baþûr re li herêma Bakurê Kurdistan’ê konan saz kir. Tirkiye vê alîkariyê ji bona xatirê çav û birûyên Kurdan nekir. Ji bona ku Neteweyên Yekbuyî (BM) alîkarî biþîne, Tirkiye wan hewldana danî holê. Dewleta Tirkiyê dîsa dijminatîya xwe nîþanî Kurdan da. Li bajarê Mêrdîn’ê, navçeya Qoserê (ku ev der ji bo Kurdan hatibû amadekirin) li Kurd’ên koçber þîvê belav dikirin. Hêzên dewleta Tirkiyê û sîxurên sazûmana Baasê, jar kirin nava þîva Kurdan. Bi vî avayî jan kete nava Kurd’ên mustez’af. Pirî mirov birîndar ketin. Dîsa neyar neyartiya xwe nîþan dan.
A)LI JAPONYA'YÊ HÎROÞÎMA, LI KURDISTAN’Ê HELEBÇE
Wekî ku tê zanîn, di pêvajoya Þerê Cîhan a Duyemîn da Dewleta Emerîka, di sala 1945'an de bombeya atomê avête welatê Japonya’yê. Li bajarên Hîroþîma û Nagazakî'yê piþtî bikaranîna bombên atomê, sêsed hezar mirov jiyana xwe ji dest dan, sed hezaran mirov birîndar ketin. Piþtî avêtina bombeyên atomê di nava Gelê Japonya’yê da nexweþiyên mayîndox peyda bûn. Bandora bombê atomê him li ser mirovan, him jî li ser sîruþtê, demek pir dirêj berdewam kir.
Hêja jî dayikên Japonya'yê zarokên nexweþ tînin dinyayê (carna bi 6-7 tilî, carna sûretê xirab, carna jî qop…hwd). Di vê derbarê da em dikarin bêjin ku Komkujiya Helebçê û yê Hîroþîma'yê bi gellek awayan diþibin hev. Wek mînak; komkujiya Hîroþîma'yê ji aliyê Emerîka hatiye çêkirin. Komkujiya Helepçê jî bi alîkariya Emerika, bi destê Saddam hatiye çêkirin. Çawa ku di navbera her du komkujiyan da tiþtên diþibin hev hene, cudatiyên wan ê ji hev jî hene. Piþtî komkujiya Hiroþîma’yê, li hemû deverên cîhanê bi sîyasetmedarê bi nav û deng nerazîbûna xwe nîþan dan û Dewleta Emerîka’yê rexne û þermezar kirin. Lê mixabin piþtî komkujiya Helepçê deng ji kesek derneket.
B) LI HEMBER KOMKUJIYA HELEBÇÊ, HELWESTÊN MISLIMANÊN CÎHANÊ
Pêxemberê me (s.X.l.) di derbarê biratiya Îslamê da wûsa diyar kiriye ku; "Misliman mîna bedenek in. Di wê bedenê da ciyek biêþe, êþa wî digihîje hemû bedenê". Belê, divê misliman bizanibin ku di navbera wan da girêdana îmanî û biratiya Îslamî heye. Wexta ku em ramanên Îslam’ê û helwestên mislimanan didin ber hev, di nava wan da nakokiyên mezin hene. Bi kurtasî em bînin ziman ku pirê mislimanan li gor ramanê Îslam’ê tevnegeriyane. Di vê encamê da rewþên xerab derdikevin holê. Ew rewþa xerab wûsa derdikeve pêþiya me ku mislimanên cîhanê li hember zilm û zordariyê bêdeng dimînin. Bedîuzzeman Saîd-ê Kurdî ayeta 113. a Sûreta Hûd, wûsa þîrove dike: "Li ber zilmê bêdengmayîn jî zilm e”. Di vê mijarê da em gotinek Hz. Elî (s.X.l) jî bînin bîra xwe: "Tu zalimek ji bêdengiya mazlûman nebe, nikare zilm û zordariya xwe li ser serê wan bidomîne."
Ji komkujiya Helebçê çend roj þûnda Qonferansa Îslamî civiya. Endamên Qonferansê li ser mijarên girîng(!) axivîn. Wek mînak: ‘Di sunnetê da þaþik ji aliyê rastê ve tê girêdan, yan ji aliyê çepê ve?’ Li ber çavê wan di Rojhilata Navîn da li herêma Baþûrê Kurdistan’ê, li bajarê Helepçê komkujiyek mezin pêk tê. Lê mixabin alim û zanayên me(!) radizin. Ev rewþ ji bona mislimanan rewþek pir eyb e.
Pêxemberê me diyar kiriye ku: “Alim warîsê pêxemberan in”. Em bipirsin ji wan aliman(!) ku gelo kîjan peywirê mîras girtine?
C)BANDORA KOMKUJIYA HELEBÇE Û KURDISTAN'A BAKÛR
Wexta ku komkujiya Helebçê pêk hat, Kurd’ên Baþûr neçar man ku koçberê Bakûrê Kurdistan'ê bibin. Tirkiye di çapamenîya xwe da dîyar kir ku “rewþa me ya aboriyê nebaþ e; ji ber vê yekê em nikarin Kurdên Baþûr bihewînin”. Demek li Bulxarîstan’ê di navbera Gelê Bûlxar û Tirk'an de pevçûn derket. Rayedarên Dewleta Tirkiyê di çapemeniyên xwe da diyar kirin ku “ji Bûlxarîstan’ê 2 mîlyon Tirk bên Tirkiyê, em dikarin bi aboriya xwe li wan mêze bikin û van bihewînin”. Belê wexta ku mijara biratiyê vedibe rêvebir û rêyadarên Dewleta Tirkiyê diyar dikin, dibên: “Tirk û Kurd birayên hevûdu ne”. Lê mixabin wexta ku Kurd’ek bikeve erdê, pehînek jî dewleta Tirkiyê li wan dixe. Birastî li hember vî biratiya germ hêsir ji çavên mirov dibare(!).
Wexta ku Kurd’ên Baþûr hatin Bakurê Kurdistan’ê, di çapemeniya Tirkiyê da ji wan re digotin: “Kurd’ên Iraq’ê”, “Gelê Iraq’ê”. Ev helwest, bitemamî helwestek îmha û înkarkirinê ye. Wekî ku tê zanîn, wexta ku komkujiya Helebçê pêk hat; Emerîka, dewletên emperyalîst ên rojavayî û Tirkiye li hember wê rewþê bêdeng man. Lêbelê dem û dewran derbas bû. Rewþa cîhanê guherî. Li gora vê guherînê, gotin û helwestên wan jî guherîn. Wexta ku Y.D.E (Yekîtiya Dugelên Emerîka) di sala 2003’yan de êrîþê Iraq'ê kir, ji bona ku Saddam li ber çavê dinyayê reþ bike û êrîþên xwe meþrû bide hesibandin, komkujiya Helebçê anî rojevê. Dewleta Tirkiyê jî ji bona ku Baþûrê Kurdistan’ê bike bin qontrola xwe û mudehaleya sîyaseta nava Iraq’ê bike, di wan rojan de di çapemeniya xwe da qala komkujiya Helebçê dikir. Dîmenên komkujiya Helebçê, ji bona dewletên dagirker bûbû malzeme.
Divê em baþ bizanibin ku zilm û zordarî bê serê kî bila bê; zulm û zordariyê kî bike bila bike; pêywira Misilmanan ew e ku li dijî hemû zulm û zordariyê bisekinin. Heger ku em dijî zulm û zordarî nesekinin, emê bibin hevparê zaliman.
Bedîuzzeman diyar kiriye ku; "Ji bo zaliman bijî dojeh". Xweda’yê Dilovan û Dilovîn di Qur'an'a Pîroz de wûsa ferman kiriye:
"Qe nebêje ku Xweda ji kiryariyên sîtemkaran bêhay e. Bêguman wan ji bo roja ku çav ji ber tirsê diqelibin, dihêle" _________________ Xwen bê xwen naye þuþtîn....
Bu forumda yeni konular açamazsýnýz Bu forumdaki mesajlara cevap veremezsiniz Bu forumdaki mesajlarýnýzý deðiþtiremezsiniz Bu forumdaki mesajlarýnýzý silemezsiniz Bu forumdaki anketlerde oy kullanamazsýnýz